karwanên pûştan..
kêlîkekê rawestiyan…
Li ser canê qurbaniyek bê guneh..
peymana berdewamiyê da…
Lê.. çû û xatir nexwest…
Li pişt xwe hişt.. buhareke mişext..
Kulîlkeke çav bi hêstir..
wê çawa bibişkive.. û hilmê bide..
Mindalekî di ayindê de.. raman dibe..
û di laneta çavan de…
Dibistan.... heval..
kirasê bûkaniyê..
Jin.. zaroke....
dest.. nagihê..
werîs û kindir..
histû.. himbêz nake...
wê çi bike?...
----------
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ebdilselam Xoce şiirlerine dön