Bûbûm gemiyeke bê gemîvan…
Di deryan de dibûm landik…
Pêlên deryayê min dihejand…
Winda bibûm.. erê felek…
Evîna min..
tim bi henekî distend…
Carekê tenê nedipirsî…
Kul, xem, êş..
li min dibûn gelek…
şevder dimam,
xew tunebû…
Bi te re diramiyam... felek…
Qey qedera min eve, bese…
Bese.. xayin felek…
----------
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ebdilselam Xoce şiirlerine dön