Li ser pirtûka helbesta evînê..
hêstirên min dihatine xwar..
Mîna pêlên Dicle û Ferat...
tîp ji hev vediqetiyan.. direviyan..
ta ku rûpel sipî dima..
Rûpelê.. daxwazî dikir: evîndaro..
ji nuh ve.. li ser riwên rûpelê..
binivîse...
Jiyana wî xortê windayî…
Jiyana wî xortê ku kulan..
di dil de şîn daye…
Jiyana wî xortê pîr..
li ber roj ava..
keserên xwe dilorand…
Landika êş û xeman dihejand
û.... bandikir:
Mixabin evîn windaye…
---------
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ebdilselam Xoce şiirlerine dön