Ser baskên perwanan
Darbesta....
Helbestên Mela..û Xanî..
Di cenazeyeke xwedayî de…
Bi rêve diçin.
Nivîsarek bi rûmet binax dibe..,
ji bîr dibe…
Di dibistana miryan de..
bi dûpişk û maran re..
bi hestiyên rizyayî re..
tê lorandin..
û fêrkirin...!
Li hêviya roja mehşerêye,
bi hazirbûna xwedan û pêximberan..
û giyanên tazî..
Helbestên mela..,xanî..
Dibin.. sirûda dawiya jiyanê..
……………………..
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ebdilselam Xoce şiirlerine dön