Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Bêwar Ibrahîm

Bêwar Ibrahîm

19 views 0 likes
Te çima ew xewna şêrîn... Ji çavê minî reş dizî û Venegerand?! Te çima ez hiştim bê Xewn... Wisa şev dirêjin Lê nerînên çavan û Lêxistina dilan Ji her tiştî Dirêjtirin... Di qinyat û baweriyên Evîndaran de, Di sewdan û ramanên Nivîskaran de, Di rengên nîgara Hunermendan de... Ez helbestan Diafrînim, Diyarî bo heval û Birayên delal re Raste te ez hiştim bê Xewn, Lê min xewneke nû Di nav pêlên ava çavên te dît û Ez nahêlim Kes wê xewnê ji min Bidize Ezê sitariyê lê bikim Ta ku mirin têkeve Himbêza min û Min ramûse.

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Bêwar Ibrahîm
🛒 0

Your Cart