Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bêwar Ibrahîm

Bêwar Ibrahîm

2 görüntülenme 0 beğeni
Serê sibehê ji xewê şiyar bû. Xwîn ji ber diranên wê dihat. çû dev û ser û çavên xwe şuştin, lê hêj xwîn diherikî. Kasêtek M. şêxo ji komedînokê xerabe derxist û dengê rîkorderê hilda. Qehwe ji xwe re çêkir, xiste peyalekê lêv kerizî. Piştî ko qehwa xwe vexwar, peyal kuband ser dev, pêlakê ma, ji nû rahiştê û li binê wê mêzekir. Ji nişka ve tif li binê wê kir û bi hêz avêt nîvê hewşê û ji xwe re got: - Ta bi naqşên binê vê peyala kerizî jî bûne çar perçe...!! Rabû ko ji hindir derkeve, lê di nav xwîna ko ji ber diranên wê diherikî de melevan bû..! Ta derî û pencereyên odê vekirin û ew xwîn li kolan û sikakên gund belav bû...!!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bêwar Ibrahîm şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz