Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bêwar Ibrahîm

Bêwar Ibrahîm

2 görüntülenme 0 beğeni
‘diyarî ji nivîskarê hêja Firat Cewerî re’ Ziman evîn e, evîn jî Jiyanê bi min şêrîn dike. *** Evîn li tu biharan napirse hêsirên gul û kulîlkên her dilê evîndar di kewara rastiyê de di civîne û dike hingiv. *** Evîn xewne ko dibe kabûs ji hev tê çirandin. *** Hezêkirina zêde fidakariya ji aliyekî ye yek dimre û yek jîndar dibe. *** Gelek caran me bala xwe daye evîndaran, me dîtiye ko dilbijandina dilbijokan û tiqtiqa kesên ko bi ramanên wan di kenin, di bin barana şermezariyê bi ser wan evîndaran de tê barandin. *** Xapandina evînê tewandine li ber bahozê; yê xapînok xwe ji şkandinê diparêze. *** Bi carekê guh mede baweşîna porê reş û dirêj yan jî nazenîna jinên dêmgirnijî û çixarekêş, ji xwe ketiyên evînê ew bi xwe ne. *** Evîndarê ko pişta xwe bi destê xwe nexwerîne, tu kes nikare xura wî bişkîne. *** Di navbera şer û aşîtiyê de, evîn bûye dareke Mazî li ser kûpê çiyayê evîndaran. *** Lehiya dil ji kaniya evînê ye. *** Ronahiya stêran, ta berê sibê ez hişyar hiştim, lê heyva evînê şev û rojên min kirine yek. *** Heger evîn xewnek bi êş be, berbang di pey şevên dirêj re tê. *** Bela kevanê ko tîra evînê jê tê avêtin, tekûz û rast be, ta ko ew evîn di navbera wê û wî de bibe bihareke nemir. *** di şaneşîna serketinan de, li nav kavilên têkçûnê evîn dibe siwarekî leheng serê xwe ji kesî re danayîne. *** Erê.. em nizanin ko hêsrên dil ji ber jana evînê ye. *** êşa ji ber evînê, can tahir dike û naskirina evînê mirovan bi nirx dike. *** Dilê ketî, bi dilketinê avadibe. *** Gelek jin di himbêza mêran de mirne, piştî oxira wan ji nû mêran fêmkirine ko mirina wan ji ber evînê bû. *** Jin û hezkirin yekin û Kurd dibêjin "Yê mêr rakir jine û yê windakir jine". *** Azadî û evîn wek dem û dîrokê ne, nikarin ji hev dûrkevin kesên ko xwe ji bo azadiya evînê fida dikin; mêrin, û yên ko xwe ji bo evîna azadiyê fida dikin; şêrin. *** Gava evîndar û birîndar li bin konê evînê dicivin, Anahîta, Afrodêt, Vînos û îzês evînê li wan bi nêvî dikin Birînên wan dikin sîwan û li derdora konê wan datîne. *** Mirovê bi kar û sincên xwe xweşik be, wê her tiştê xweşik jê hezbike. *** Gelo her jina xweşik dikare her tiştê xweşik bi afirîne?!. *** Evîn di dilê jinê de, mîna mûmek vêketî li ser masê ye, tu kes nikare bi temirîne, Ji bilî xunava ramûsanên lêvên wê û dildarê wê dema hev himbêz dikin. *** Heger evîn saxlem be, tu carî dilxerabî jê der nayê. *** Evîn û seks mîna av û agirin, geh av dibe hilm û geh agir dibe dû. *** Ma ez çi fêm dikim ji evînê, keçek gêncim nû vedikim deryê jînê, lawiko dîno! li min negre, min navêje nav xap û kînê dilê bi evîn lavijan jêre bixwîne. *** Ez dibêjim evîn deryayeke kûre, Her kes nikare xwe lêxe û bibûre Gelo ez rast dibêjim…? *** Evîna kor xwediyê xwe kor dike. *** Evîn egoismeke pîroze Evîndarê xwekuj wê egoismê dike berrek sor li ber dergehê evînê radixîne. *** Ew kesên ko ji ber bê evîniyê bûne diktator, ta bi kêlên goran jî, ji ber serên wan di revin. *** *Di kovara PEYV hejmar 222002 de helbestek Firat Cewerî bi navê "Li ser evînê" hatiye weşandin, min jî li gor sêweyê xwe bersiva wî bi rengê evînî bi vê helbestê min vegerand ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bêwar Ibrahîm şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz