Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Bêwar Ibrahîm

Bêwar Ibrahîm

17 views 0 likes
Gotin: Dermanê dilan Hezkirine, Dermanê derdan Jibîrkirne. Xweş zanibe! Tu derd û Dilê mine, Diwêta pênivîsa mine, Hêvî û xewnên mine... Lê mixabin ! Derdên min Nayên jibîrkirin, Dilê min Ma bê hezkirin, û pênivîs hat windakirin... Min rojekê Destvala Dergehê te derbas kir Gurzên gulan Ji keçkaniya xwe Min ji dil Diyarî te kir. Lê mixabin! Kolanên te Li min bûn Zindan Xortên te Li ber bûn Dergevan. Ko bi zarokên te şadibim Tu bi hêrz li min Radibe Gul û kulîlk Ji min re Stirî, Kenê lêvan dibe Girî... Qamişlo! Ez kes im û tu Bajar î, Ez xemgîn im û tu Dildarî, Ez Bêwar im û tu Salyar î... Lê bi tenê Ez nizanim kî Serdar e?! Kî rastiyê Didêre?! Kî derewam Dihêre?! Lê ez nikarim Dûrkevim, Li ber te Lal û bê Dev im... Lê mixabin! Hezkirina min bê Havile, Ne te dilê min bi Jîn kir Ne te derdên min bê Jan kir û deng nema da ko Hawarkim...

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Bêwar Ibrahîm
🛒 0

Your Cart