Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bêwar Ibrahîm

Bêwar Ibrahîm

2 görüntülenme 0 beğeni
Dixwazim Bigrîm Lê kaniyên hêsiran Di hinavên sar de kûrin Dernabin... Dixwazim Bangkim Lê awazên rût Li ser têlên deng Lalin... Koknabin... Dixwazim Bimrim Lê qiralê mirinê Kefen didize û deriyên gorên reş Li ber min Venabnin... Dixwazim Bibim kewek Bi qebqeb Aza bifirim Li deşt û çiyan Lê ravên segvanan Her vegirtîne Zor û Xerabin. Dixwazim Bibim dengê Bêzaran Lê xecerên sot Li ser gerdena min Nevyane Ranabin Dixwazim Bibim qulingekî mişext Lê qedera reş Germiyan kir Berf û Zozan kir Ar çendî difirim Esmanê bê stûn Dibe gerînok Hêviyên sêwî ji xew Ranabin.. Dixwazim Bibim pênûsek bê deng Li nav tiliyên yar Lê şermî û duduliyê çav li me vekirin Da em ji mestiyê Rabin Da em ji mestiyê Rabin...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bêwar Ibrahîm şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz