Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Azer Osî

Azer Osî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ji min bixwaz bi lêvên xwe. Ku te nexwest bi çavên xwe. Di dest tedeye, dilê min û di dest min deye, evîna te. ............. Can tu cane dê can were çavên li xew koça li rê kezyên yarê..... li benda tene. .................... şînê bihêl dilêm were. Li paş xwe bihêl, delal were. Baş dizanim wê xweşya demê, bi tere were. Guman neke û bi lez were. Ez jî hîna wekî xweme.... bimrim, bijîm, ez ji bo teme. .................. Dê can were ji dil were ta ku... evîna min di evîna tede, mîna evîna Memê neweste û helbesta dil di meşka xwe de, di janê de, bes vegevize. ............. Dê can were li pê min were. Ta ku ew dem jî rênede. Bawer bike wê ew êş ji dil te derkeve. ................ Dê can were li wê evînê, zorê neke. Ji ber her kes wê jê vexwe. ............. De were li ezmanê yar binere ta ku.... canê ciwan sermê negre. ........... Vêca were wê ji çavên te, roj bikene û ji paşla şevê, find vêkeve. .............. Dê can were Kovan nebe. Dîlber dinale, ji derdê tere. ............ De were delal were bê çar mebe ne tenê ez li hêvya teme. Kî nizane!? tu dizane her dem, bi te ez jî heme.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Azer Osî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz