Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Azer Osî

Azer Osî

2 görüntülenme 0 beğeni
Demeke dûr…….. Ez û hêviya xwe li ber hev didin Takî nazike….. min jiyan dike Geh !! tenê min dihêle Geh!! min davêje Geh!! min dixe nav pêlên driya evînê û dibim Melevanek Melevaniyê dikim Lê nahêle û rênade di nav bera min û Yar de didulî dubendî derkeve Zirêb mezin bibe raz berbat û kambax bibe Gerdûn teng bibe Pirê caran têm arisandin raçandin rondikan dibarînim Bi axîn lorînê dikim Nizanim berê min li kuye Tevî her tiştî Jêre Dilê min buhare Ne seqem û zivistane Ne bahoz û ne sêlave Cirax Hêlîneke çake Havîngehe Aramgehe Ezê wî hilgirim serê wî deynim ser çogên xwe Jêre bêjim helwest û sirûda xwe Ahengan jêre çêkim Bi yek dîdarîyê Teqez pirsgirêk vedibin Têlên dil awazan li dardixin hilm û tîna wî vedimrîne Agirê nava hinavê min Rûbarî wî dibim Termek Nîgarek Na livim Tenê tîrêj û awirên çavên min pêre dipeyivin Tim û tim vêketî dimînin jêre dibêjin To Delalê ber dilê mine Xunava ser pel û darê mine Qad û ezmanê mine Berbang û roja mine şahiya şevê mine De bi axiv min bibe cîhaneke geş û xweş Yan ber pal û qontara çiyayekî De bêje çîrok û Efsanan Destanê bav û kalan Işqa Welatê Agir û Rojê Jêmayê Mezobotamya…… Mem û Zîn Derwêş û Edûlê Debêje lo Delalo bêje Siwarê xewna mino bêje

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Azer Osî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz