Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Azer Osî

Azer Osî

2 görüntülenme 0 beğeni
Dema ku dil te dibîne li ku û di kîjan demsalê de ji bilî wî kî dizane? bê çi pêre çêdibe û çi di dilê wî de diqewime. Ji bîr dike ku… li kuye xwesteka wî çiye ne Erd wî hildigre ne Ezman jî wî hembêz dike têde her tişt.... mest dibe serxweş dikeve ne tirs dimîne ne seqem pê kare dike..... nake nikare bi pîve xemla wî ya ku… Roj Ezman Derya û sitêr....... ji ber mat mane û mat dimînin. Dîtina te! jêre çêdike sîwanekê ji ezmanê şîn ku pê... semfoniya dil bi xwe digere ji awazên kewa bi ritim dibe. Bi dîtina te fêrî dibistana evîndariyê dibe. Li gefên felekê hildibe ocaxa arê wî, û lê giyan rewan digere jê diyar dibe fenera xewna wî Êdî! ma wê bibne çi peyv.. rûbarî rêdana bejna te sirûd......... pêşberî seker barîna lêvên te helbest...... li hemberî xezala dilê te. Wê çawa dilê xwe ji tere veke evîna xwe radestî te bike. Dibe ku... ne li vî diyarî ne li vî zemanî raza dil kula wî evîna wî ji te ve..... bête naskirin tê di wêde bighê wê demê tê...... bi xwe li xwe vegere û ji xwe bipirse dîsa tê bi zanibe bê çend bêbext li rêveqetînên te bendewar mane çend zerî bi hêviya wê hatina te di gerîneka tede noq bûne, û bi jana zirav ketine, çend lêvan qeşmûşk girtine û bê par mane...... ji xunava lêvên te û kenê çavên te. Dibe ku..... guneh ne yê te be yên destûr û zagonên kesêd pûç beloq û bê wate be. Tû kes....... nikare wêran bike hêlîna dil hilweşîne dara wî ji pêvî te tenê xeyda te ne guhdarkirina te yan dûrbûn... ji te têde hêz winda dibe namîne û di nava sewd û deriya çavên tede mîna mûmekî çeleng bê deng bê ziyan hûrik….. hûrik vedimre û ji jiyanê xatirê dawî dixwaze. 23.10.2001

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Azer Osî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz