Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Azer Osî

Azer Osî

2 görüntülenme 0 beğeni
Şewata evîna te û xewna zayîna te, li ser riwê parzemîna min... deng vedida, dilê xwedanê xwe.... mîna payîzeke xemgîn xembar dikir. * * * Şewata evîna te li ser eniya evîndarekî... tevna xibşa min dirist. Sitrana êşa min digot. Helbesta dilê min dihûna. Sorgul xemla xwe dipîva. * * * Şewata evîna te Li cihekî... dilê xwedan, derz dikir. Kulê dilan, pir dikir. Pişta dayik xûz dikir. Keştiya wî, şaş dibir. * * * Şewata evîna te xwedanê xwe..... dikire..... mîna peleke payîzî zer û li ber pêlên bayekî sivik bi lez..... dihejiya, bê xatir.... diçû serdana demsalên din. * * * Şewata evîna te xwedanê xwe, Kire mêvanê şevên şîn. Jê didizîn.... şemala bejna wî, raza wîyî..... nediyar, tîrêjên peyvên wî û di wî de bikujin hêviya welatê wî. * * * Şewata evîna te li xwedanê xwe..... sar dikir hêlîn, teng dikir gerdûn û li ber dergehên bazirganan... dest girtî dima, bendewar diqerimî û li ser piyan, bi keleke germ..... bi rûdaneke seyr... dildar.... diponijî. *Ji "Demsala Dil"

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Azer Osî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz