Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Azer Osî

Azer Osî

2 görüntülenme 0 beğeni
ku te zanîba yar bê evîna min ji boyî te.... çiye? û çawa di dilê minî birîndar de şaxên xwe vedide.? Wê demê dibe ku tu hinekî........ hênik bike germahîya lêvên sor ji tenûra dilê minî pijyayî re. * * * Erê yar? ku tu çemekî ji avê ba minê xwe noqî wê avê bikira, her çax...... minê têde avjenî bikira bera pêlên wê xwe li xebxeba min rapêçana û bi hevre dîlana serxweşiyê li darxistina ta ku hemû… newresên deryaya sipî ji wê dîlana rûdayî mat bimana. * * * Ku tu gulek ba yar minê te…. ji xwere bikira guldank û tim û tim li ber serê xwe danîna. Min ji tiştekî dî, bîn nedikir ji bilî bîna wê. * * * Ku tu çiyayek ba bawer bike.... minê di berqefa dilê tede hêlîna xwe çêkira her gav nobedarîya te bikira û li ber bayê ciwaniya te kulên xwe rêkirina ku min nehişta di nav bera min....... û ezmanê şîn de tiştekî dî diyar bibe yar.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Azer Osî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz