Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Azer Osî

Azer Osî

2 görüntülenme 0 beğeni
Tu dizane Bê evîn çiye Dilsozî çiye Hilgirtina wê çiye Buhayêd wê çine Tu nabînî Yar, bê evîna te çi aniye serê min Min melûl û jar dike û bi min zor dibe melevanî di deriya evîna te de Delal û Yar Evîna te xwe berdaye nav hinavêd min Li pêş xwe nabînim tu kesî Tenê te Wênê te Dilê teyî ronî xwenasînê berz dike Tengezariyê pûç dike Delal Dixwazim bê min dengê te Ji guhên min dernekeve dengvedana te Bi xwînim ji boyî Awirên çavên te Bistirêm Ta ku ev hêvî bi mîne Tu kes pê nelîze Wê gavê Ezê xweş bi rêsim destana evîna xwe Bi destên xwe Ezê bi dilsozî rawestim li ber Dergehê Evîndara xwe Jêre peymana xwe Nameya xwe bibim serî Hingî wê demê xweş dibe mirin di hembêza xwezayê de

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Azer Osî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz