Hemû Berhem

Nûbihar

Nûbihar, hem kovar e, hem jî wesanxane ye. Ji alîkî ve em du heb kovaran derdixin, ji aliyê din ve di cûrbecûr kategoriyan de kitêban diwesînin. Wesanxaneya Nûbiharê di Adara 1992yan de ava bûye. Di Cotmeha 1992yan de jî kovara Nûbiharê dest bi wesana xwe kiriye. Ji sala 2014an virde jî em kovara bihekem Nûbihar Akademiyê derdixin. Wesanxana Nûbiharê û Kent Isiklari Em kitêbên xwe hem bi navê Nûbiharê, hem jî ji sala 2003yan virde bi navê Kent Isiklari diwesînin. Di cûrbecûr kategoriyan de, di bin navê van herdu wesanxaneyan de, me heta niha ji 360î zêdetir kitêb wesandine. Kategoriyên ku me bi wan kitêb wesandine ev in: Dîrok û Lêkolîn, Klasîk, Ferheng û xebatên zimanî, Dînî, Kurdolojî, Jînenîgarî û Portre, Edebiyat/Roman-Hîkaye-Çîrok-Helbest, Însa/Ceribîn, Xebatên Edebî, Çand û Folklor, Zarok û Edebiyata Zarokan. Di pêserojê de em dixwazin van kategoriyên xwe dewlemendtir bikin û cûreyên nû li wesangeriya xwe zêde bikin. Hinek taybetmendiyên wesangeriya Nûbiharê hene. Yek ji wan ya herî balkês: Em bi herfên Erebî jî kitêbên Kurdî diwesînin. Em dizanin, di nava Kurdan de medrese cihekî gelek muhîm digrin. Edebiyata Kurdî, sairên Kurdan yên bingeha Edebiyata Kurdan danîne tev ji medresan derketine. Nûbihar di dema îro de weke medreseyek modern, bi cûrbecûr kitêbên ku wesandine hem xîtabî nifsên îro, hem jî bi kitêbên xwe yên herfên Erebî xîtabî mensûbên medresan dike. Bi hawî Nûbihar, di navbera do û îro de weke pirekê dixebite.

Zeyrek Mahallesi, Serdab Sk. 26/3, Fatih / ISTANBUL
info@nubihar.com
0 212 519 0009
www.nubihar.com