Dewrêsê Evdî

Dewrêsê Evdî


Dewrêsê Evdî


Dewrêsê Evdî

Destana Dewrêsê Evdî di nav Kurdan de li gelek herêman tê zanîn. Li Anatoliya navîn, Qafkasya, Serhed, Berriyê û gelek deverên din û bi her zaravayî tê gotin. Çi Millî be, çi ne Millî; çi Kurmanc be, çi Dimillî; çi misilman be û çi jî ne misilman, herkes ji vê destanê hez dike, distrê û guhdarî dike. Gelo çawa dibe evqas bi dorfirehî ev destan tê gotin û hezkirin!. Destana Dewrêsê Evdî di nav Kurdan de li gelek herêman tê zanîn. Li Anatoliya navîn, Qafkasya, Serhed, Berriyê û gelek deverên din û bi her zaravayî tê gotin. Evîna Dewrêsê Evdî û Edûleyê gelek balkês û trajîk e; egîd û lehengê Milan Dewrês Êzîdî ye û keça mîrê Milan Edûle jî Misliman e. Evîna Dewrês û Edûlê li nav Kurdan gelek xwes tête zanîn. Gelek versiyonên wê hene, gelek dengbêj vê kilamê dibêjin. Wekî ku tête zanîn nivîskarê hêja Eyüp Kiran nivîskarê kitêbên wekî Milan Konfederasyonu, Pilingê Serhedê û Dewrêsê Evdî ye. Kitêba wî ya herî bas tê zanîn jî Dewrêsê Evdî ye. Eyüp Kiran ji Siwêrekê ye, ji esîra Kejanê. Esîra Kejan di bin konfederasyona Mîllî de cih girtiye. Eyüp Kiran esîra xwe, esîra Mîllî, deyst û herêma Qerejdaxê tevan nas dike. Esîra Mîlli esîrekî Kurd e û bi nav û deng e û di nav Kurdan de gelek cih girtiye. Nivîskarê hêja bi lêgerînekê kûr û dirêj jiyan, evîn û têkosîna Dewrêsê Evdî berhev kiriye. Çîrokên ku li heremê li ser “Dewrêsê Evdî” hatine gotin, kilamên ku hene li ser tevan xebitiye û di dîwanan de demên dirêj ev kilam guhdarî kirine. Pirtûka “Dewrêsê Evdî” çapa wê yekem çend sal berê ji hêla wesanxana Elmayê ve hatibû wesandin. Ev çapa duyem ji hêla zimanzan Zana Farqînî ve redaksiyona wê hatiye kirin. Kitêb jî bi çap û bergek gelek xwes hatiye çapkirin. Wesanxanê di dawiya kitêbê de ji bo kelîmeyên nayê zanîn 4 rûpel ferheng daye.

Detay

40.00 TL

%30

28.00 TL