Serha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî

Serha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî


Serha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî


Serha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî

Eliyê Herîrî yek ji pêsengên sa’irên klasîk ên Kurd e. Jîn û serpêhatiya wî jî wekî ya gelek zana û edîbên Kurd bi berfirehî nehatiye zanîn. Tistê ji wî gihistiye me bi tenê nêzîkî deh si‘rên wî ne!
Çavkaniya yekem a ku qala Eliyê Herîrî kiriye Mem û Zîna Ehmedê Xanî ye. Xanî, navê Herîrî digel sa’irên me yên mezin -Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran- aniye zimên. Lê tu agahî derbarê wî de nedaye. Pistî Xanî, ji 150 salî bêhtir kesê ku hinek zanînên kurt derbarê wî de daye Mela Mehmûdê Bazîdî ye. Bazîdî, behsa hest sa‘irên klasîk ên Kurmanc kiriye û gotiye: “Sa‘irê pêsîn ji wan Eliyê Herîrî ye, dîwançeyek wî heye, si‘r û beytên wî di nav Kurdistanê de qewî zêde meshûr û me‘rûf e.
Herîr jî gundek e li ser navçeya Semzînana Sencaxa Hekariyan e. Û (Herîrî) di nav gundê Herîrê de medfûn e.”
Herîrî di si‘rên xwe de geh navê xwe yê rastîn -Elî- nivîsiye û geh jî mexlesa xwe ya Herîrî. Ji hinek cihên si‘ra wî, eskere dibe ku devoka wî, bi ser devoka ‘esîra “Sûrçiyan” ve diçe ku cihê wan dikeve ser tixûbê Kurmanc û Soranan. Zaravayê wan di binyat de Kurmancî ye, lê hinek peyvên Soranî jî di nav de hene.
Di vê kitêba li ber destê we de, Tehsîn Îbrahîm Doskî deh si‘rên Herîrî ji destxet û keskûlên kevn berhev kirine û navê wê “Serha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî” lê kiriye. Doskî, di xebata xwe de pêsîn metnê eslî yê helbestekê hemî dane; pistre beytên wê yek bi yek rêz kirine, li binê her beytê hinek peyv û îstilah îzah kirine û pasê jî ew beyt sîrove kiriye.
Herweha di vê xebatê de, sûdjêwergirtî jî li dawiya Dîwançeyê wek faksîmîle hatiye bicihkirin

Detay

110.00 TL

%30

77.00 TL