Rêziman û Rastnivîsa Kurdiya KURMANCÎ

Rêziman û Rastnivîsa Kurdiya KURMANCÎ


Rêziman û Rastnivîsa Kurdiya KURMANCÎ


Rêziman û Rastnivîsa Kurdiya KURMANCÎ

Ziman, hêmana bingehî ya pêwendî û hevnasînê ye. Mirov bi riya ziman hest, hizir û raman; pêdivî û hewcehî; hezkirin, kift, aştî, şer, agahî; xwezî û daxwazên cur bi cur tîne ziman. Ziman ne bi tenê parçeyekî goşt ê anatomîk e ku bi xêra wî, karê xwarin û çêjê pêk tê. Bi heman awayî, ji bo derxistina dengên watedar, hêmanek e. Ev deng, peywireke din didin zimanê lebatî ku ew jî zimanê axaftinê ye. Heke du wezîfeyên ziman hebin, yek jê ya çêjgirtinê; ya din jî ya axaftinê ye. Ziman çawa ku ji bo çêjgirtina xwarin û vexwarinan muhîm e; ji bo axaftin û têgihîştina mirovan a jihev, ew çend girîng e. Kêmasiya ziman bi tenê ne windahiyeke laşî ye; zêdetir bandorê li ser jiyana rojane ya axaftinê dike. Bi van peywiran, ziman ji bo her mirovî tiştekî esasî ye û divê ku her hebe. Îcar zimanê axaftinê ku wekî peywira duyem a ziman dixuye, di navbera însanan de mezintirîn amûra pêwendiyê ye. Li ser rûyê erde, hejmara zimanên heyî, bi jimarên hezarî tê destnîşankirin. Li gorî hejmarên zimanan jî têkiliyên di navbera mirovan de jî cure bi cure zêde dibin. Li dinyayê çi qas milet û netewe hebin, her yek ji wan xwedî zimanekî axaftinê ne. Her ziman jî xwedî taybetmendiyên xwe yên devkî û nivîskî ne. Mirov çi qas ji van taybetiyên ziman haydar be, dê ew qas têkiliyên wî yên civakî jî serkeftî bin. Civakên mîna kurdan ku ji zimanê nivîskî dûr ketine, ev haydarî û hişmendî, ji bo wan zêdetir xeternak e. Îro li ser erdnîgariya Kurdistanê û di navbera kurdan de, bi çûna demê re û ji ber sedemine siyasî, civakî û aborî, di zimanê wan de, di asta zaravayan de dûrketinek pêk hatiye. Zimannasên Kurd û biyanî, li ser vê mijarê gelek zarava û devokên Kurdî bi rêz dikin. Lê divê bê zanîn ku ev jihevbûna naveroka zimanê Kurdî, ji ber tunebûna perwerdeyeke tekûz û kêmbikaranîna zimanê nivîskî ye. Ji bilî van yekan, sedemeke din jî parîbûna erdnîgariya welêt e ku bi rewşa siyasî re têkildar e. Xebatên ku li ser zimên hatine kirin, tên kirin û yên ku dê bên kirin, dûrketin û jevqetîna diyalektên Kurdî jî dê ji holê rakin. Vê yekê bi cehd û keda pêşiyên me dest pê kir. Her wiha îro geş dibe û di paşerojê de jî dê neviyên kurdan bigihînin asta herî ronak û bala. Di riya tunekirina hemû dûrketinên zimanê Kurdî de, ev xebata di destê we de, hewldaneke piçûk e. Heke wê jevqetînê piçek be jî kêm bike, wê gavê dê wezîfeya xwe jî bi cî bîne. Di naveroka dersên kitêbê de jî hûn dê bibînin ku gelek zarava û devokên Kurdî hene. Ev xebat, li ser hîm û asasên zaravayê Kurdiya Kurmancî hatiye sazkirin

Detay

40.00 TL

%30

28.00 TL