Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

William Shakespeare

William Shakespeare

21 views 0 likes
Dilxweş bî, gava ku wê bendîxaneya zordest, Wê mirina bêdesteberî, ez girtim birim: Jîna min qe nebe ev kar bi dest xist, ev helbest, Wê bo te tim bibe bîrdarî, gava ez mirim. Gava vê ji nû ve bixwînî, tu yê bibînî, Min ew têk de bo yadgara te nivîsandiye. Kara xweliyê hew xwelî ye, qey tu nabînî? Lê gewherê hebûna min, canê min ê te ye. Nexwe, tê durrdî bişemirînî, vexwî safî, Ev laşê mirî dê bibe xurê kurm û kêzan. Tirsokê li ber kêra yê wehş e bi bêmafî, Wisa sernewq e, neyne bîra xwe, wisa bizan. Nirxê laş bes ji ber naveroka ku tê de ye, Ew jî ev riste, dijîn bi te re jê pê de ye. Ji: Hemû Soneyên William Shakespeare Ji Îngilîzî: Kawa Nemir rûpel:201 weşanên LÎS

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to William Shakespeare
🛒 0

Your Cart