Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

William Shakespeare

William Shakespeare

2 görüntülenme 0 beğeni
Roj hat, çil zivistanan dora eniya te girtin, Kendên kûr kolan li wargehê bedewiya te, Bejna te ya’l ser zar û zimanan, ew wergirtin Dê tîştîşî be, pênc panot neke rindiya te: Ku pirsîn, ‘ev hemû bedewiya te li kû ye, ka, Ka ew hemû gencîneya te ya rojên te yên şeng û geş,’ Ku bibêjî, di van çavên bi kor de çûne, ha, Şerma çavçiliyê ye, pesnê rojen destbelaş. Hê hêjayî pesnan be rindiya te ya çûyî, Tu dikarî bibêjî, ‘ev zarê min ê ciwan Hesabê min wer nahêle, rast dike ya bûyî,’ Bi paşewatiya wî vê yekê bidî nîşan. Ku roj hat tu pîr bûyî, ew ê were ser kar e, Bihisî bi xwîna germ, gava bihisî sar e. Ji: Hemû Soneyên William Shakespeare Ji Îngilîzî: Kawa Nemir rûpel:57 weşanên LÎS

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
William Shakespeare şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz