Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

William Shakespeare

William Shakespeare

2 görüntülenme 0 beğeni
Bila yên ku sahibrewac in, bi xeml û xêzan, Bi text û tacan, nîşanên fêzan fortan bikin, Bext textekî wiha nedabe jî minê xizan, Şad im bi şanên pê re min şadê şadan dikin, Perîmîr vedidin perên pelên xwe yên bedew, Lê wax gidî, wekî mexmorkan in li ber tavê, Di wan de wer xef dimîne kawiya wan û hew, Te dî rû tirş kirin, mirêsa wan çû ji navê. Şervanê zor î navdar î di şêr de pêşîkêş, Ku piştî hezar serkeftinan te dî bû şemo, Navê wî`j sînemdeftera rûmetê dikin rêş, Ji keda wî çi mabe, tê jibîrkirin hemû. Nexwe şad im minê ku evand, hatim evandin, Bi war, bê war, ne diqedim, ne jî têm qedandin. Ji: Hemû Soneyên William Shakespeare Ji Îngilîzî: Kawa Nemir rûpel:103 weşanên LÎS

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
William Shakespeare şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz