Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

William Shakespeare

William Shakespeare

2 görüntülenme 0 beğeni
Çi bikim, çi? Te bidim ber rojeke havînê? Delaltir î ji wê, xulqê te jê firehtire hîn. Bayên kur dikujin delalbişkojên Gulanê, Qewlê havînê zêde zû tê, dewrana wê nîn. Car heye pirr germ diçirûse çavê esmanan, Zor caran zêrînbegzê wî bi şewq û şemal e, Her kej ji dadê dadikeve ji text carinan, ji bext, an jî ji çerxa siruştê ya kumral e; Lê havîna te ya nemir dê çu neçilmise, Dê ne ew milkê bedewiya te winda bibe, Ne Mirin qure be siya wê li ser te lîs e, Her li van risteyan bî, dê mezinî para te be. Ta ku ruh li ber mirov be, an jî çav bibînin, Wê ev çend bijîn, ev ê tim jînê bo te bînin Ji: Hemû Soneyên William Shakespeare Ji Îngilîzî: Kawa Nemir rûpel:89 weşanên LÎS

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
William Shakespeare şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz