Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

William Shakespeare

William Shakespeare

2 görüntülenme 0 beğeni
Xwedê di sêrî de ez kiribim bendeyê te, Qedexe be nebêm li kêfa te bibim serwer, Ku bêriya hesabê deman dabe destê te, Ez kiribim xulamê te, da tu betal bî her! Lo bihêle olamkêşê te, xulamê te bim, Girtiyê nebûna serbestiya te, xem nake, Sebirkêş û sernerm im, dê li ber destê te bim, Tawanbar nekim dilkeviriya te, xem nake. Tu her li kê derê bî, tu xurt î, destûrdayî, çawa bixwazî, wida dadigirî dema xwe, Te çi bivê, dikî, nabêjî, kê destûr dayî, Heke nebe, bi xwe bibûre li tawana xwe. çu xem nake, ez ê bipêm, payîn dojeh be jî, Li kêfa te negirim, xweş an jî kereh be jî. Ji ingilîzî: Kawa Nemir

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
William Shakespeare şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz