Nav di ar im bin di bar im
Bêkes im sêwî hejar im
Ka neman dost ez tenê mam
Zehf diêşim û neçar im
Bo çi jîn qey ger nebit ew
Pir xizan bê cih û war im
Bê miraz im her dikazim
Bask şikest ber jor de xwar im
Sed mixabin min nedît roj
Sal û demsal bê hedar im
Pir bedel dan vî ruhê min
Dîse sax im lê di ar im
Ez dijîm nav şîn û azar
Lew ne şad û bextewar im
Ev dilê min jevde hat xwar
Qet bi parî parepar im
Min nema hêza jiyanê
Wek welat ez yek û çar im
Tîrmeh.2018.Sêrt
*Bi destûra helbestvanî ye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şervan Azad şiirlerine dön