Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Şervan Azad

Şervan Azad

20 views 0 likes
Kirasekî keskesor Ji asoyên tenêtiya xwe Li bejna te dipêçim Di van şevên bêşeveq de Ji bilî min û xeyaleke tî Wêneyên te hene Li aliyê min ê çepê Ew jî kela dilê bi hesret hênik nakin Ez li ser şaneşînê Bi stêrkên şermok re Qedexekê ji bêrîkirina te vedixwim Û bêriya te dikim Bêriya te dikim Wêneyên te dikim perde Bi asîmanê dilê xwe ve dixînim Û kenên te ên kuştî dibînim Di pişt wan ewrên avis de Rondikek ji çavê min dikeve Bi rengê sohr Çavên min jî avis in Weke wan ewrên têr baran Dibarin dibarin dibarin Û Bêrîkirina te dibe Behrek ji rengê sohr Û Bêriya te dikim Bêriya te dikim Bêriya te dikim Çile.2019.Tekirdax *Bi destûra helbestvanî ye.

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Şervan Azad
🛒 0

Your Cart