Pesnê çûyîna te ji xeyalên me re dikim
Bi gotinên dûr ji wijdan
Ne ji rehma wan bîranînên nebaliq bûya
Dê ez jî li pey te bihatama
Bi gavên tirsonek û xefikî
Min ê bost bi bost
Ramûsanên têrstirî danîna li ser rêya te
Û min ne dihişt tu min bihêlî û biçî
Sewda bi sewda
Dê li bajarên biyan li dewsa piyên te bigeriyama
Bi dilekî şikestî û bi hêviyek nîvmirî
Ger min tu bidîtayî
Minê bi awaza xwe ya xemgîn
Û bi rîtmeke têr bi hesret
Biqîriyama
Min jî bi xwe re bibe
Lê çi bikim
Aşîkar e her tişt
Cihê vî dilî li wî dilî nîne
Bêhempabûyîna êşa çûyîna te ya payeberz
Destê min ji jiyanê şûşt
Lewre mirin bi xwe bû çûyîna te
Û dê li pey te neyêm
Çûyîna te her çendî ez nekuştibim jî
Hatina te min li jiyanê venagerîne
Êdî bê fikar li hemî êşan dibanim.
Mijdar.2019.Isparta
*Bi destûra helbestvanî ye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şervan Azad şiirlerine dön