Xwezî zimanê tenêtiyê hebûya
Biqîriya û bigota
Çend kirasên spî li bejn û bala xwe bike
Li asoyan di şevereşkên tarî de
Dûrî ne xem e
Hîskirin dibe dilopek…
Ger tu ya hatinê bî
Texsîr neke…
Siya dara ewrên reş û tarî me
Bêyî te
Xwêdana eniya paleyên ziktêr im
Piştî te
Were
Were ji du kaniyan
Rondikên bextewariyê bibarîne
Ger zuha nebibin
Dîjle û Firat
Bi keziyên xwe bipêçe
Birînên min ên kewnegirtî
Xwedewenda xeyalên min
Bibe ferîşteha qenciyê
Qenciyan biafirîne bi lêvên xwe
Texsîr neke
Di tinebûna te de
Min hemî miraz û mexsed
Spartine şahê dengbêjan
Ew ji min re diqîrin
Keser bi keser
Axîn bi axîn
Xwezî
Xwezî zimanê şevê hebûya
Û ji te re ragihanda
Baranên ku bê ewr dibarin
Ji asîmanê bêrîkirinê
Her şev
Lehiya du kaniyan dibe hesret
Diherike bi hêzeke bêhempa
Li ser aliyê min ê çepê
Na na
Ne tenê me
Ez û tenêtiya xwe tinebûna te dijîn
Pêl bi pêl
Stran bi stran
Tarî bi tarî
Dojeh bi dojeh
Xwezî
Xwezî zimanê êşê hebûya
Û ji te re rave bikira
Çawa çerxa êşxaneya evînê
Di van şevên tarî de dizivire
Aaaax
Ax çendî bêriya te kiriye
Aliyê min ê çepê
Xwedawenda jiyana min
Xwedewenda xeyalên min
Tîrmeh.2019.Isparta
*Bi destûra helbestvanî ye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şervan Azad şiirlerine dön