Hasila rondikên bextreş in
Ev xeyalên şikeva
Rûyê rastiyan perdekirî ye nabînim
Her der dik e
Xeyal di jiyanê de
Jiyan di xeyalan de hatiye dîlgirtin
Lewre bi vê hêvînê ev xeyal kifş nabin
Dengekî sar ji xeyalên min tê
Li vê dojehistanê
Dişibin devgirêdayên bi nefs
Bi qasî pariyek aramî
Dûr im ji xeyalên xwe
Îcar tu bifikire bê çi qas nêz im?
Bi qasê ji awirek kujer
Ramûsanek giyanî û henaseyek jiyanî
(Ger nemirîbin hestên rehmê)
Bi qasî bêhna bayê welat
Bi hesret im
Te got bêrîkirin?
Aaaax ax!
Meşa vê rewşa min a malmîrat
Dişibe xak û xelkê Kurdistanê...
Cotmeh.2019.Isparta
*Bi destûra helbestvanî ye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şervan Azad şiirlerine dön