Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Roza Metîna

Roza Metîna

2 görüntülenme 0 beğeni
min ji xwe re sebrek neqişand ji xofa kêliyên bêmexsed dûr. ber bi pêlên sewta te ve beziyam bêyî ku haya min ji guliyên te yên şikestî hebe. tirsiyam, giriyam, qêriyam lê li bêdengiya xwe mikur nehatim. wekî şewateke bêar di dawa xwe de hilgirim gav bi gav ji paxila gunehên lewitî, reviyam! min xwe avêt dexlê bayê di nav porên te de dikir vîzevîz. û li ser tayên porê te min ji xwe re berojkek ava kir bi germahiya taveke xapînok min birînên xwe aş kir lê bîranînên şopa deqên êşa te li ser tilîya min a qereqûçkê mîna hêsirên li ber sanciya zayinê dîsa kom dibûn. *Ji pirtûka wê "Tilîya Qereqûçkê" r: 15 *Bi destûra helbestvanê ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Roza Metîna şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz