bi buhurandina şevê, rûyê li ber ken
wekî tîrêjên rojê yên eynikên evîndaran
ji nezerê diparastin, dibiriqî.
bêhna hermelên, li ber bayê deriyê miradan diket
bîranînên nebaş
mîna kîteyên helbestek bêgor
yên ji kortalên dûr gindor dibûn,
noqî nava bîra fediyeke giran dikir.
û bi hunerek ku xelata wê
tenê kenekî ji dil be
nêrînên te,
di qelîştekên destên di nava pêsîrên min de
bi cih û war dibûn.
*Ji pirtûka wê "Tilîya Qereqûçkê" r: 12
*Bi destûra helbestvanê ye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Roza Metîna şiirlerine dön