Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Roza Metîna

Roza Metîna

21 views 0 likes
dema ku ji kozika gulvedana awirên qemer dûr diketim, nifirên li ser pişta ewrên biharê zîz dibûn, çonga xwe di parsûyên hêviya min de dişikandin. wê demê, li helkehelka qermîçekên tayek reben, rast dihatim. û li çavên tevizî ku ji min re kemîn danîbûn, hildikumîm. şewta bi birûyên te yên ji bêhna kizûriyê, dialiqîn, bi laşê tazî yê jehra mara xwe lê gerandibû, radipelikî. di bin kevir û kuçikên bi ser min de dibariyan û bi mizawiriya gavên pêxwas, dilê şerpeze dîsa jî li rêyeke, bayê rûreşiyê li dû xwe dihişt, digeriyam. diwestiyam, devê min diket hev lê min rûyê xwe dabû ezmanên ji gilî û gazincên kerkotî dûr. li mistek bişirîna, nû ji dayik dibû, li çipikên barana li ser şewqa bîbikên te dibariya û li rengê pinpinîkên ku bi destên zarokan ên hinekirî dihatin jimartin digeriyam. min dixwest di nav poşmaniya hêsirên te yên guvaştî de çend kêlan li birînên daxdayî bixim. lê gavên dikuliyan, li ser kurçika hustiyê min, xwe ji heybeta guregurek bêtebat ditewand. *Ji pirtûka wê "Tilîya Qereqûçkê" r: 11 *Bi destûra helbestvanê ye.

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Roza Metîna
🛒 0

Your Cart