Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Roza Metîna

Roza Metîna

3 görüntülenme 0 beğeni
di nava xirecira esrek teng de wekî melodiya bilûrek xwe li xemsariyê danîbe pûç dibûn, şîretên ku bihust bi bihust li rûyê min diqelibîn û li min nedihatin rehmê qulingên bi baweşîna niviştên nêçirvanan roja koça xwe şaş kiribûn bi nikilên xwe, xebroşkên di tûrikê dayikên kitanspî de ji min re bi rê dikirin sondên li ber fediyê nediketin û li cênîka rûsariya min brûsk vedidan jî agirê êtûnê yê kevir diheland geş dikirin li deriyekî bêqufle digeriyam da ku cangiraniya min ji sibeha şerûdan re biba tiberk da ku lomeyên bêyom ên li min eyan dibûn li ser koka min rûneniştana. *Ji pirtûka wê "Tilîya Qereqûçkê" r: 16 *Bi destûra helbestvanê ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Roza Metîna şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz