ji pekandina pêtên qidûmşikestî bû giyan
di kefa destên min de diciviya janeke xilmaş
qêrîn ji dil, awirên te ji pûka zivistanê
û di neqeba kizîniyeke ting û tarî de
min pişta xwe spart niqirîskên azirî
bi qurtek niqirîskên azirî serxweş diket heyv...
*Ji pirtûka wê "Tilîya Qereqûçkê" r: 14
*Bi destûra helbestvanê ye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Roza Metîna şiirlerine dön