Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rêdûr Dîjle

Rêdûr Dîjle

2 görüntülenme 0 beğeni
I. berî ku ez biçim guhan stewr, dinya ewr û diya min di her qametê de berê sijdeya xwe bide Gebarê bibêje: lorî lorî û mistek xar di dergûşa min de bike gorî li welatê şevşevokan bi qedrê hesen min kulmek şevehavên dizî ji wan II. di çerxa zemanî de li ber bayê xezebê berî ku ez hemû niviştên tirsê bi ser kêleka çepê ve bifiridînim bavê min destê xwe di serê min da çeqelîkek bi stûyê min vekir û bi temmiya; niviştokên bêqidoş in zêmar oxir be, rêwiyê sayiyê. biharên welatekî li ser milên min kesidand. III. êvara înekê di cizûya dawî de bablîsokeke bêwext yek bi yek bêjeyên te alastin ji hezaza awirên te hinek bêrî li keviyên dilê te qor kirin gorî ne fitr, lê te zikat dabû li rêya vî welatî. *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rêdûr Dîjle şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz