hîn jî,
çivîk mafdar in ku neyên
vî esmanê ji duxanê*
hîn jî
lew, ji katjimêra qatên agresîfîya netewperestî
yekîneyên gomlekreşî** zirxîdar,
hidûdbirçîyên antîemperyalîzma pasîfîst in
çi bikim, dem dij-min e
dijmin bêjin e! di qirna bîst û yekê,
salnameya dahatûyê de şer hîn jî kehanet e!
hîn jî
mafdar in
hîn jî
lew, hê jî serîhildaneke dîdaktîk
li hêlekana zebanîyan
hîn jî baz bi bablekanê dilîzin
*Berken Bereh
**Yekîneyeke nîvleşkerîyî ye û di navbera salên 1919-1943’an de, di bin banê rêveberîya duce’yê Partîya Faşîst a Netewî ya Îtalyayê, Benito Amilcare Andrea Mussolini de cih girtîye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Rêdûr Dîjle şiirlerine dön