Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rêdûr Dîjle

Rêdûr Dîjle

2 görüntülenme 0 beğeni
"bo bavê min" bêwestan baran dibare, dibare dibare dibare… kêliyekê tu qeyîka xwe berdidî bextê şetên wê dilê te hêdîka dilnizmiya axê miz dide li hemû sikakên vî bajarî tu dilên di e’sra întîxarê de dibînî di şevegîdeke adarî, di gulleya ewilîn de dikenî, gulekê berpêşî rabirdûya xwe dikî ji şerqê ber bi xerbê kêsekên jiyanê dilorînî tu hezê li jiyînê dikî nivişt û dilnizmiya axê bo wan vedibêjî bêwestan baran dibare, dibare dibare dibare… ramûsanên min radipelikin dêmên te mirinê diguvêşin li newqa siratê xameya xwe dispêrim Mîtrayê, newayên şevê te distrên, û li melodiyeke bêmîsal dipêçim rabirdûya te û baraniyî te hemêz dikim îşev: “baranê bibar bibar çivîkan genimê te xwar” 28.03.2015/Bismil

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rêdûr Dîjle şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz