Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rêdûr Dîjle

Rêdûr Dîjle

2 görüntülenme 0 beğeni
-bo Xelil Brahim Oruç- (Li her benderê çav, li wan çavên te yî behrî digerin) hey lawik! gidî gidî hay ji xwe hebî; li wî cîwarê xap û xapînokan. belkî (ne)evîndarê wan çavên te yî behrî, di çaxê evînbaziya te de, bi baqên gulê gonceyî te bikin şirîkê nefsa kotî. tu zanibî: “Dinya mirareke xwestokên wê kûçik in.” (hey lawik! Tu hîn gonce yî di bendika dil de) belkî çend xwedênenas bi sûretê Xwedayî derkevin pêşberî te û ji te re bi gotinên ayetî qaşo şîretan bikin. gidî gidî! Tu bi wan nexapî, mebesta wan dagiriya rê û rêwîtiya te ye. ma ne bi heman tiştî bav û bavpîrên te jî mat kiribûn. tu zanibî:”Dijminê bava ‘tu carî’ nabe dostê lawa.” (hey lawik! Bila bi xembarî mêze nekin çavên te, lîlan lîlan tu bûyî serîhildan) hey lawik! te agirek xulavî pêxist û pişko avêt nava dilê min, bibore… helbest êdî te venabêje; lewra tu bêhempa yî… lê tu zanibî: Berdêla azadiyê xwîn e, civaka ku berdêlê nede peyda nake bedewê…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rêdûr Dîjle şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz