Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Rêdûr Dîjle

Rêdûr Dîjle

2 görüntülenme 0 beğeni
Pablo*, heyra! I berî nature mote** bimote bimuşteqe naturmot te firçeya xwe seqand hunera bo huner berîya hemû hunera, li vî gelî gelîyê Elî me şerbikên naturmotî dan bûkên rûbixêlî qewartin, diqewêrin bo şekirê mijmijokî ji vê hêlê ji wê hêlê, ji vê kêlekê ji kulîmekê, ji jorê ji jêrê xulase dituwalî li ser heman nimayê. II li rasyonelîteya hêmanên hevokê veger bêyî kirde, bireser ne tu tişt e! Pablo, heyra! talîyê venegerî klasîzmê, lew em bê ronesans in alternatîfa arîstokrasîyê, hê jî Rojî Kurd e*** III ji kubîzma ewraxên sirgûnlixa mi’û’m li koz û mitirisên, hidûd û topraxên vî welatî ji xeynî terş û talanên komareke emirqut, lê berz û bala 28 caran 28 Guernica****, wek toz û kulxanê li movikên min sihurîn. berî em kamil bibin, ne firçe hoyî tuwala şer dibin! IV Pablo, heyra! em nevîyên êşê ne kirdeya me Alan Kurdî kêl bi kêl birîn, pêl bi pêl xwîn em ji welatekî bextwesleyî re fesilîn, û ji serîhildanan pengizîn qada şerîn. *Pablo Diego José Francisco de Paula Juan Nepomuceno Marıa de los Remedios Cipriano de la Santısima Trinidad Ruiz y Picasso (25.10.1881-08.04.1973/Malaga-Îspanya). Ressam, peykertiraş. **Peyveke Fransî ye û çeşneke resmê ye. Tê wateya; xwezaya mirî, heyîn û objeyên bêgîyan hwd. Naturmotên Paul Cezanne bû hest û besta gelek kesan. Kubîzm li ser asasê van naturmotan afirî. ***Kovara Rojî Kurd di 1913’an de, li Stenbolê bi Kurdî-Tirkî der çûye. Li ser navê Komeleya Hêvî ya Xwendekarên Kurd hatiye belav kirin. Xwedî îmtîyaz û midûrê wê yî mesûl Ebdulkerîm Efendî yê Suleymanî ye. Çar hejmar tenê der çûne. ****Tabloyeke abîdewî ya ku ji alîyê Pablo Picasso ve hatiye xêzkirin, li ser Şerê Navxweyî yê Spanyayê yê di 1937’an de ku bajarê Guernicayê ji hêla 28 balafirên bomberdimanî yên Nazîyên Almanî ve hatibû bombebarankirin e.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Rêdûr Dîjle şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz