Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Qudbedîn Kerboranî

Qudbedîn Kerboranî

2 görüntülenme 0 beğeni
Wek çola kerbelayê qelişîne ji tîbûne lêvên min Were, serê min deyne ser çokên xwe Di mista destê xwe yê hinekirî de Ji bîra dilê xwe ya hênik Kulmek ava cemidî bide min Zindan dihêlmije Dîwar kerr û lal Bêdengî mîna zebaniyên dojehê ye Bi mezrebên êgir Dikeve ser laşê min de Yadê! Jiyana me weke bûka ku bi mirinê re dergistî ye Melkemot xwezgîniyê me ye Em her gav amade ne Ji bo çûyînê Emrê zarokan kin e li vî welatî Qedera wan bi bêsihûdiyê ve Hatiye giredan Tûrikê min tijî şekirê quloqulo bike û bêje: ‘ji bo xêra miriyekî ye’ Li zarokên welatê min belav bike Ez ê herim Di paşila min de jiyanekê stûxwar Xeyalên zarokên bêxwedî Evîna dayikeke xêrnedîtî Bêhîs û bêdeng Dikevim riya mirinê Ji bo min xatir bi te nexwestin Dilê xwe negire û negirî tu yadê Jiyana ku ji ber min mayî û hemû xeyal û hêviyên min Bixe dawa xwe Ji bo zarokên welatê bêsihûd Bireşîne li cîhanê Piştî min re Qet tu şînê negire Desmala reş girê nede li serê xwe Her ku te ji sebata xwe ya ji darên gwîza Derîne wêneyê min û bi kêfxweşî lê binêre Ez ê weke her gav bikenim bi te re û tu jî ramûsanekê deyne ser ruyê min yadê! Rojeke biharê Di bin barana nîsanê de Berî ku kujer rabin ji xewna kuştinê Kulmek ava jiyanê bîne û were Di destê min de Baxek gul û sosin Li ber deriyê bihuştê Ez ê li benda te bim yadê 24.11.2012, Kerboran

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Qudbedîn Kerboranî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz