Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Qudbedîn Kerboranî

Qudbedîn Kerboranî

2 görüntülenme 0 beğeni
Roja tu ji min dûr ketî ve Ez dîn û har im Rût û tazî bi çiyan dikevim Dibim mecnûn, li çolan digerim Bi gur û maran re dibim heval Bi stêran re diaxivim Te di pirsim ji her kevir î Tu kes bersiva min nade Ne yê sax, ne yê mir î Bêdengî ji min re dibe hevrê û di tariya şevê de xeyalên xwe hembêz dikim Ax! Rozerîn Dilê min hêlîna kula Nebûna te çi zor e Tu li ku yî şaha gula Zeman îro kerekor e Heya noqê xwe li min dipêçe Ax! Rozerîn Li cem min çiyayê xemê rûniştine çikên agir dipekin ji ser singa min Di girava dilê te de mama êsîr Diperite laşê min di nav behra evînê de Di navbeyna me de ava şewatê Sînorên qedexe hene Hedana min bê te nema tê Êdî tixûbê navbera me tevan hilweşîne Rozerîn Ax! Rozerîn Ax! Birîna min a ‘edabgirtî çiqa tu tê bîra min Di hişê min de diçin strî û dilê min de kelem şîn dibin Ax! Rozerîn Evîn di her dînî de piroz e Hezkirin germahiya dil e Dîtina te ji min re newroz e Bê te jiyan bi kul e Pizotê agir e di devê min de navê te Nikarim bînim ziman tu car Gava dibêjim Rozerînnn Kevir dihelin di çavên min de û di nava min de volqan dipeqin Jibîr dikim her tiştî Her kes bûye bîyanî Ez bûme xerîbê xwe jî Li xwe digerim di navê te de Li ser hişê min tenê Rozerîn Tenê tu, tenê evîn Dil jar, dil hejar, dil xemgîn Tu nîn î Di nava min de Diçilmisin gul û berfîn De were Rozerînnnn Berf e, baran e Dicemidim min sar e Dereng e, zû were, êvar e Ditirsim bimirim, birîna min pir xedar e Nikarim êdî bifirim Rozerîn Bi şabûna zarokan Firfirokan dişînim ba te Xeyal çûken azad in, tu zanî! Roniya reşka çavên xwe ji min re bixe kadiz Li cem stêrên Mem û Zîn De bigihîne hev rihê me îşev bi diz Ax! Rozerîn Nizanim çi ma halo mîna zerzele dihejim çima halo ji xwe diçim Rozerîn çi ma ev axîna dijwar xwe diberdê nava min û diçike xwîna min di damarê min de Di girava dilê xwe de Dêrên evînê çêdikim Pişt re aforoz dibim Sirgûn dibim bi kevirên nebûna te Têm ricimandin Rozerîn Ax! Rozerîn Nebûna te xencera bêkalan Roj bi roj min dikuje ev tenêbûn Derd û kulên min saet saet zêde bûn Kêyf û şahiyên min ser singa min firîn çûn Ev çend carin têm kuştin Dixeniqim bi ’keziyên jinebî’ Bi mijgulên çavên te intixar dikim Mirin mizgîniya gihîştina te ye Were min di xewna xeyalên xwe de îşev bikuje Rozerîn Êdî zincar girtin di dilê min de Helbestên evînê Gotin li ser lêvên min terikîn Nikarim bêjim navê te Gava dibêjim Rozerîn Pêl û lêhiyên êşên jînê tev Bi ser min de diherikin Ax! Rozerîn Dîn di navbeyna me de sînorê qedexe ye Sedema cudabûna mirova çi ye gelo? çima êxistiye nava dilan de hezkirin xweda? û çima îro sedema kuştina me ye evîn? Biqetîne kirasê veqetandinê îro Ji xeyalên me re hêviyan bidirû Bê hev jiyan mirin e Rozerîn Bi hev mirin jiyan e Bi hêstirên çavên xwe av didim bexçê evînê şitilên hezkirinê şîn dibin di nava axa dilê min de Carek tenê bikene bi min re Rozerîn De behna gul û sosinan belav bibe Li ser berwarê çiyayên nava min û tu car hişk nebin helbest Li ser mêrga evînê Ax! Rozerîn Dewsên nêrînên te mane Li ser bîbikên çavên min Te ez êxistime çi halî Li kê dinêrim mîna te Bê te teyrê bê perwaz im Kerr im, kor im, lal im Bê hal im, belengaz im Rozerîn Ax! Rozerîn Hejarê xeyalên te me Hêviyên hevdîtinê diçînim li ber deriyê feqîrtiyê Di navbeyna me de hesretê neke Beko! Tu bi qedrê evîna Siyabend û Xece kî Were di bin siya stêrên şevê de çîrokên şahmaranê bibêje ji min re îşev Nayên pejirandin daxwazên min êdî Sirgûn bûme ji hemû bajarên evînê Li kolanên xerîbiyê mame sêwî Were bi destê min bigire û min veşere di tarîtiya çavên xwe de Rozerîn Dikevim riya mirinê Di nav pêlên girava dilê te de dixeniqim Bê te mirin çi tehl e Bê te her tişt bê tehm e Rozerîn Ax! Rozerîn Di gerînokên tariyê de dibehecim Ji tenêtiyê ditirsim Rozerîn Dilê xwe ji min re bike heval û lorikan bistrîne ji belengaziya min re Xwîn diherike ji pênûsa min Ji nebûna te qemûşk nagirin birînên min şevên tarî li min mîna şûrê Zulfîqar Dibirin kêfxweşiyên min Rozerîn Ax! Rozerîn Dilşewat im ji hesreta te Di şevê de qîrîna bêdengiyê Ez helbestvanekî bênav im Hemrazê peyvên lal im Qala te dikim tim di helbestên evînê de Mîna dengê naqosa zangocan e Zinga zinga dilê min çavên min du çirayên temirî Were di ayîna evînê de Bi agirê dilê xwe van pêxe Rozerîn Nava min tenûra himhim î Piringên agir diweşin ser dilê min Ez mame çerm û hestî Ji kerbên te saet saet dihelim Rozerîn Ax! Rozerîn Dikevim ber sikratên mirinê de Hesreta te li bin bûye agir Li min hawar e, qareqar e Dereng e, zû were, êvar e Ditirsim bimirim, birîna min pir xedar e 03.10.2012, Kerboran

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Qudbedîn Kerboranî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz