Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Qudbedîn Kerboranî

Qudbedîn Kerboranî

2 görüntülenme 0 beğeni
Rebena diya min Her roj Bi berbanga Sibê re Bi êş û kulan Dimeyand Zarokatîya min. Ji bo Emrekî saleh û Jiyaneneke bextewar Nivişt û ayetên Quranê girê didan Bi dergûşa min ve Her êvara înê Sê nanê pisî Ku bi hevîrtirşê îmana qewîn Hatibûn çêkirin Bi dîwarê mezelê ve didaleqand. Lê ne ez kerî Dinyayê bûm û Ne rebena diya min gihişt Meqsed û miradan. Her tim dews û hêmaya Êşên welatê min Bi enîya min ve zeliqî man. 02.07.2015 (Piştî nimêja sibehê)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Qudbedîn Kerboranî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz