Tu helbesta cinetê
Wek şekir û şerbetê
Eşq û evîn ji cem te tê
Dikevê qelbê umetê
Tu gul î gula şahan
Tu sosinî, tu rihan
Her dem tu yî ser ziman
Heta roja axretê
Tu roj û heyv î li ser ezman
şewqa te da hemû însan
Yê fileh, yê Xrîstiyan
Dihat riya heqîqetê
Tu peyvekê pir eziz î
Her daim ji me re nêz î
Li ser lêva wek lib gûz î
Xweştir nîne ji vê lezetê
Tu çuyî te em berdan
Pey te re em sêwî man
Seat seat ji rojan
Dil şewitî ji hesretê
Tu resûl î, pêxember î
Herdu dinê tu serwer î
Me li te anî bawerî
Tu li me bike şefaetê
Dia dixwazim ji rebbê banî
Te li me bike mevanî
Wexta me xist nezanî
Li me bike rehmetê
çiqa bêjim tu delal î
Wisa xweşik, rih û can î
Eşqa te li ser dil danî
Naçe heta qiyametê
14.04.2010, Stenbol
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Qudbedîn Kerboranî şiirlerine dön