Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mihemed Omer Osman

Mihemed Omer Osman

2 görüntülenme 0 beğeni
- Ax.. Kengî kêra bin balîfa te dê bê... Di nav gulpegulpa xwîna te de germ bibe? Yan kengî mirin bimre û di odeya te de.. Ewra xwekuştinê ji hev belav bibe? Nîveşevan.. gava hawarê li mirinê... li mirina xwe dikim Rûyekî madzer.. ji dûr ve tê.. madzer her wekî mijê Her ku tê madzertir dibe û reng lê namîne.. Ji nişka ve dibêjim.. wey.. ew bi xwe hatiye Serê xwe daniye ser pencera min Dibişire û Pirr bi bêdengî... li rûyê min î mirî.. hûr dibe.. Ez jî kêrê vedişêrim Nefretê ji fikra xwekuştinê dikim Jê re dibêjim.. cana’m.. agir li canê min î cemidî berde... Da ez dil û singa xwe ya tije kul parçe parçe nekim Dibişire û Gava ez gavekê ber bi wê diçim.. Min dihêle û diçe.. Rûyê wê yî madzer... madzertir... zer dibe.. Ji nû ve odeya min tije dibe bi olana gorê.. Bi hezaran tabût... di nav çavên min de.. dihejin Li nav mij û moranê... hawîrdorê xwe dipelînim û Careke din hawarê li wê kêra reş dikim.. Çend kêliyek tê ve naçe.. berî mirina min.. vedigere Mad lê zer... zertir dibe... reng lê namîne Ji nû ve destê min sar dike Xwekuştina min ji bîr dibe

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mihemed Omer Osman şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz