Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mihemed Omer Osman

Mihemed Omer Osman

2 görüntülenme 0 beğeni
Niha ez ê winda li nav mij û morana reş a xurbetê Pelê dara canê min weşiya.. Li nav pêt û çirûskên bextreşiyê De tu bi Xwedê kî were.. Çola dil.. tiyê kaniyê û dînê siyê ye De tu bi Xwedê kî were.. Bila serab bibin avên şetî Dar serê xwe di dawa ewrê re derxe.. Guveguv bê nav çemê şewitî De tu bi Xwedê kî were.. Ji tîna.. Ewr xeniqiye Lutke bê berf e Dar şewitiye De tu bi Xwedê kî were.. Dil nuqmî rondikan bûye.. Çavê mirinê li riya min e.. Xakeke şewitî gor û riya min e Bila ez vegerim ber bi cîhana kesk a zarokatiyê Bila ez hest bi pîşoyê pirça şewitî ya rojan nekim Nebêjim.. min ew rojên dijwar dîne Biharan car car baqek lale Bigrim dest xwe û ji diya xwe re bêjim.. Rast e lale xwîna şehîdan e? Min hê laşên şehîdan nedîne Gcr tu hatî û ez bûm zaro.. Berêvaran çûkê bala min.. Li dafika tîjkên tavikê.. dialiqe Roj li ber çavê min dibe wek topeke sor an pirteqalekê Ji diya xvve re dibêjim.. Ezê biçim serê lutkeyê Têxim paşila xwe rojê Û wê bînim odeya xwe.. Şevên reş û tarî me çira navê * De tu bi Xwedê kî were.. Bila serab bibin avên şetî Dar serê xwe di dawa ewrê re derxe Guveguv bê nav çemê şewitî *Generalê Payîzê Li Xurbetê, Avesta, rr: 27-31, 2013 *Deşîfrekirin: R. X.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mihemed Omer Osman şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz