Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mihemed Omer Osman

Mihemed Omer Osman

2 görüntülenme 0 beğeni
Nîveşeveke sar û xembar e.. Payîz mêvan e li odeya min Nefesa min a sar dibe hêsir Tê xwar bi bejna reş a pencereya min ve Hawar û xumexuma çemê nalînekê.. Dirije bi ser bêrma dil de Aramî û hedanê ji canê min dibirre Wek pelê payîzê bi çiql ve * Hawar û hajeya çemê nalînekê.. Tê guhê min tu dibê qey awaza tarê ye Nizanim kî ye vê nîveşevê tarê dijene Û keştiya aramiyê xulamê pêla deryaya azarê ye Hawar û hajeya çemê nalînekê.. Li ba min dibe wizewiza ba Wisa piştrast im ewa min dibihîst guveguva ba ye ba Jê re dibêjim.. were kêfa min ji te re tê Li bîra te ye havîna par êvarekê bi çiqlekî darê.. Ku min Ii ser axa rê nivîsî.. ‘Ger Nazdar bimre mal li min wêran dibe’ Û tu jî hatî û te zû jê bir Ayy ez zaro bûm! Ji min kirî tu ê biçî li ser pencereya.. Odeya Nazdar wê ji nû ve binivîsî! *Generalê Payîzê Li Xurbetê, Avesta, rr: 35-38, 2013 *Deşîfrekirin: R. X.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mihemed Omer Osman şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz