Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mihemed Omer Osman

Mihemed Omer Osman

2 görüntülenme 0 beğeni
Ligel îskeîsk û giriyê.. Ewra xwînavî ya êvarê Bi kul giriya.. rondik rêjt Dilê tije bi pirsyarê Min got.. ê dibe ku ewr ji ber.. Jana qamçiyê brûskan be.. Bi xumexum lê bikin? Yan ji bo dîmenê pirr matemînî yê pelên mirî.. Şîn û zar bikin? Yan ji loma asman wiha bi kul giriya.. Lewra gula ewrê li weşînê ye Û destê wê qetiyaye ji çiqlê derya! * Ez giriyam û kesek nebû ji min fêm bike.. Bû xwelî baxçeyê hêviya min Ez giriyam û kes nebû dilê xwe yî berfînî bigre dest û Kirasê min î reş bidirrîne ji ser min Heta dinya bû sayi.. ez her westabûm.. Kesî qedeha dilê xwe neanî Û bi ser ve çû surahiyê çavê min *Generalê Payîzê Li Xurbetê, Avesta, rr: 21-23, 2013 *Deşîfrekirin: R. X.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mihemed Omer Osman şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz