Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mihemed Omer Osman

Mihemed Omer Osman

2 görüntülenme 0 beğeni
Va ye ewran dest û tiliyên xwe li hev alandin û Li aliyê din î daristana gij a ewrê.. Hetav wek çiraya koxikeke gund kêm û bêtîn e Baranê jî lê kir… ew baran e? yan xwîna spî.. Şirrika birîna ewrê jêr devê şûrê tûj î Birûska şîn e? * Ax ez çendî mecnûnê jinekê me ji baranê be.. Perîzaya ba û bagerê be.. Ku ez ketim nava hibra guneh.. Min derîne û bide ber şapeya çavê hêsirjêbarî Ku serab bû menzîla min.. Memikên xwe ji min re bike du kanî û Porê xwe bike erzêleke mirwarî Ev êvar jî heman êvara car ji caran bû.. Bejna min peykerê ca’deyeke li ber tavebaranê bû Rêwiyekî got.. were jêr sîwana min Min gotiyê, na hevalo.. min divê ew qasî biçûk bibim.. Heta dilopek bibe qebra min! Jê kirî ez dîn im.. Ez jî bi saya asmanê nuqimbûyî di şîn û giryanê de Deftera şilbûyî ya şiêrê me, her çend.. Herfên wê giş jê çûbin jî Dilê min neşikest ji periya baranê.. Ez dihesidîm wan dilopan.. Ku li ser mil û stûyê keçikan şopa xwe dihiştin Min ji xwe dipirsî.. çima hûrikhûrikiya baranê wek gerdeniyê nayê hûnan û Çima wek baranê bi dest ve nayê? Baran bi zimanekî dibêje dev navêje kesî Baran gava ku hêrs dibe naçilmisîne gulê Baranê di mîhraba dilê min de mûma nimêjê vêxistiye Laşê min wek qeşayê ye.. hişê min jî ne li aliyê hetavê ye.. Li aliyê din î daristana gij a ewir.. Ku wek çiraya koxikeke gund kêm û bêtîn e Baran xweş dike.. ew baran e? Yan xwîna spî.. Şirrika birîna ewra jêr devê şûrê tûj î birûska şîn e? 29.01.1988 Silêmanî / şev ji Kurmanciya Jêrîn (Soranî): Osman Mehmed

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mihemed Omer Osman şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz