Dev û lêvên min şewitîn
Hingî min gotî navê te
Cerg û hinav tev peritîn
Ji gotina şêrîn navê te.
Evîna te pir girane,
Bûye pizka ser zimana
hesreta kal û ciwana
Nikarim bêjim navê te.
Jîr û zana evîndar bûn
Gernas û xort û ciwan bûn
Ew jî wek min vê rê de çûn
Ji bo wê şêrîn navê te
Zozanê te tev gulîstan
çem û kanî gûl û rihan
Tu yî cineta li cîhan
Xweş û şêrîne navê te.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Kalê Qurdîsî şiirlerine dön