Tu xuncek ji gula bû
Vebû rojek bihar e
Ji kaniya dilan bû
Tasek av da min yarê
Mizgîn ew ket evînê
Em bi hevre bijîn jinê
Ma ne bes e delalê
Hisû aqlê min balê
çi derdê gelkî dijwar
Dikşînin ê evîndar
Te ez kirim dîn û har
Nayê rayê sed hewar
Debar nabe qet pêre
Awir xençer û kêr e
Ma ne bes e delalê
Hişê kalo ma li balê
Ew agirê evînê
Te kir wek yê cehnemê
Xiste nava dilê min
Zor kiriye jiyana min
Tabû hêrsê çavê min
Ketî nava jîna min
Ma ne bes e delalê
Hişê kalo li balê.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Kalê Qurdîsî şiirlerine dön